Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Letîf Helmet

Letîf Helmet

2 görüntülenme 0 beğeni
Soranî: îtir bîr lewe mekerewe şehrezad sibey şew çi dastanêk bo şehreyar degêrrêtewe ya sîndebad sallî dahatû çi deryayek dedozêtewew le çi dûrgeyekî miroxor jinêkî dî dênê ..... hemîşe bîr le ceng bikerewe nexşeyi ceng bikêşe ... tenha le rûbarî cengda şite dzirawekant dedozîtewe .... lebîrt neçê eger dûkandar buwî keresteyi ceng bfroşe ... eger mamosta buwî waney ceng billêrewe eger pzîşk buwî nexoşxaney ceng bikerewe .... eger `aşq buwî `aşqî ceng be cejnekant benawî cengekanî mêjuwewe naw binê eger baxewan buwî be baxçekant billê : gullî ceng bigirin .... ger jinit hêna lerrojî cengda marey kew le rojî cengda bîgiwêzerewe ... minallekant nawbinê ceng herbo nimûne : cengî sêyem ..... cengî newt ... cengî aw .... cengî xew ... cengî ronî zeytûn .... lebîrt bê cwanî hîç jinêk .... ciwanî cengt le bîr nebatewe .... ( ceng lecwanî nemirtire ) eme wteyeke ــ Letîf Hellmet ــ‌ deyllê tarîkayî kotayî naye îtir boçî bîr le dizînî çirakey dêwcîn dekeytewe ....? nihênîyekan hergîz destemo nakrên îtir boçî bîr le şikandinî kllomî jûre daxirawekan dekeytewe .....? hergîz bew xeyallewe nenuwî sbeyi bibî beendamî perrlemanî aşitîxwazan ‌.... ha bîr lewe nekeytewe bepê biçî bo hîndistan û lewê tûtîyek bitkat be hawrrêy cadûgerêk w fêrî kemendkêşkrdinî kçant bikat .... agadar be leher kwê buwî ceng berpake ..... ceng dijî serî xot dijî xudî nîşitmaneket .... dijî :‌ ême û eman û ewan .... ceng dijî ceng ... ceng dijî sofêkanî naw çaxaneyi ــ Şe`b ــ dijî `aşqekanî dewruberî çaxaneyi ــ Miçko ــ .... dijî sermestekanî mizgewtî Kak Eḧmedî Şêx .... eger detewê pişûyek bidey ‎ــ mebestim pişûy derûnî ye ــ hemîşe hoyek dabîn ke bo hellgîrsandinî ceng ... ceng dijî gorrstanekan .... ceng dijî ewaneyi ke hêşita le dayk nebûn ... ha hergîz basî aşitî nekeyi ‌ to le mallêkdayi hemûşitêk dijî to û xot ... decengê û decengê û decengê ...... !!!!! Kurmancî: Êdî li ser wê nefikire ku Şehrezad ê sibê êvarê Çi çîrokekî ji bo Şehriyar Vebêje Yan Sîndebayê sala bê dê çi deryayekî peyda bike û li çi giravekî mirovxwur jineke din tîne.... Her tim şerî bifikire Pilana şerî rayêxe Tenê di çemê şerî de tiştên te yên hatîn dizîn tên peyda kirin Ji bîra te neçe heke tu dikandar bî Alavê şerî bifroşe... Heke mamosta bî waneya şerî vebêje Heke bijîjk bî Nexweşxaneya şerî Veke... Heke aşiq bî Aşiqê şerî be Cejnên xwe we bi navê şerên dîrokê binavîne Heke baxvan bî ji baxçeyê xwe re bêje: Gulê şerî bişkivînin... Heke te jin anî di roja şerî de mahr bike di roja şerî de veguhêzîne.... Navê şerî li zarokên xwe bike Her ji bo mînak: Şerê sêyem... Şerê neftê... Şerê avê Şerê xewê... Şerê rûnê zeytûnê... Li bîra te be xweşikiya tu jinekî.... xweşikiya şerê te ji bîr nabe... (Şer ji xweşikiyê nemirtir e) ev gotineke ku- Letîf Helmet-dibê dawîya tariyê nayê êdî çima di hizra dizîna wê de yî çiraya xwe dike dêwcîn....? veşêrî qet bi dest ve nayên êdî çima li pey şikandina wê yî radoka jûrên girtî vedike...? qet bi xeyalê nenivî sibehê bibî endamê parlemana Aştîxwazan... Ha, hizra wê nekî ku Bi wê biçî Hindistanê û Li wir tûtiyek te bike hevalê efsûngerekî û Te hînî kemendkêşkirina Keçan bike... agahdar be her li kû derî bî Şerî bilind bike.... Şer dijî serê xwe dijî welatê xwe bi xwe... dijî: me û van û wan.... Şer dijî şer... Şer dijî sofiyên li nav çayxaneya-Şe`b- dijî aşiqên dewrûbera çayxaneya-Miçko-.... dijî sermestên mizgevta Kek Ehmedê Şêx... Heke bixwazî bêhnvedanekî bidiyê -Mebesta min bêhnvedana derûnîye- Her tim sedemekî çêke ji bo vêxistina şerî... şer dijî goristanan... Şer dijî ew ên kû ji dayîk nebûne... Aha qet qala aştiyê nekî tu di malekî de yî hemû tişt dijî te ye û tu bi xwe ... şer dikî û Şer dikî û Şer dikî....!!!! Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr Têbinî: kemendkêşkirin: aşiqbûna şêxê terîqetê yan keçên xweşik

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Letîf Helmet şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz