Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kurdyar Dirêyî

Kurdyar Dirêyî

2 görüntülenme 0 beğeni
“Ji mêj de me biryar daye ku,di bîranîna şehîdên xwe de Em dê hêsiran nebarînin.” D. ş. Qasimlo Bilind dibim bilind Stêrk du rêz Li himber hev pêşwazî ji dawerivînê re rêz dibin şev himbêza xwe vedike kakişîn li bermin dûz dibe ez dê herim keşwera şahê gerdûnê… ez neviyê agirim şemala … Bi fîşekin tirsonek Di çil milyon dilî de Bi rondikên xwînê Di bîst adaran de davemirîme… Hey lêgerên mayînê Di bêdengiyê de Giyanekim Liber dergehê na buhişt û na dojehê de nobetçiyên keşwerê erêniyê nadin giyanekî wenda bênave di lîsteya mêvanên xweda de dibêjin ji min re vegere vegere ciyê tu jê hatiye li laşê xwe bigere di laşê xwe de xwe bibîne buhişt û dojeha te di xwîna te dene guh mede yên seryan dihejînin û li pey xwendina telqînan te bin axî jibîrkirinê dikin di çavên nifşên xwe de ger wêneyê xwe tu bibîne buhişt ewe…û çêja dojehê Ne dîtina wêneyê te diçavan deye hey neçarên di leylana xwerazîkirinê de razî dibin bi nekarîn omîdên ne hatin û ne jî dê werin bengewazî li wijdanan xwîn di xewnên wede na hedan…na jibîrkirin di rabûn…rûniştin û xewnerojên we de ez dê vegerim… du sorbûn ji ber çavê min narin… sorbûna guleyên kîndar û …sorbûna şînê di çavên dayika min de bibûre dayê te dibînim û tu min nabîne her te ji min re digot; mar razî nabin bi na vedanê hebûn û jiyana wan ewe heznake tarîtî ji ronahiyê ronahî nebûna tariyêye… ser bilind be dayê eger yek şemalên dilê te vekuştin di dilê milyonan de min kîneke bi rûmet û şemaleke navemirim vêxistin… kakişîn na dûz dibe şev himbêza xwe Limin digre Stêrk ji rêzbûnê dikevin Erêêêêêêêêêêêê Buhara yek buhar Bêxwîn nedît Na buhara Ji ava mezin Ta dergehê derya Ji te re heye rojek Ez dê vegerim û Gewretirîn azadî-şemal Tê min wergerîne Tê min wergerîîîîîîîîîîîîîîîne!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kurdyar Dirêyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz