ez bajarekî seranser di şînê de bûm
tu mîna seyareyeke dawetê
ya tije berbûrî
di destên wan de desmal û temezî
di hundirê min de
bi tilîliyên derbas bûyî
û çûyî
te hemû rengên temeziyan
û dengê tilîliyên berbûriyan
bi xwe re bir
niha bêdeng û bêreng
mîna gorreke tikûtenê, ya li serê latekî dipîdûr im
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Krîstîn Ozbey şiirlerine dön