Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kemal Badilli

Kemal Badilli

2 görüntülenme 0 beğeni
Şivano doş dibiy best û diyaran Nabîniy qe ruyê derd û xedaran Şa dibiy tu her gav bi berx û karan Ji wan berxan yek jî ez bûma xwezî. Şuştî te dilê xwe ji tevînê Kiş dikiy keriyê xwe çaxa şevînê Tu dibiy hevalê dil û evînê Ji hevalan yek jî ez bûma xwezî. Pif dikiy bilûrê di şevên tarî Çi dibêy wan ra bi kîjan zarî? Kom dibin dora te dikin guhdarî Ji guhdara yek jî ez bûma xwezî. *Çavkanî: Antolojiya Edebiyata Kurdî, Amadekar: Mehmed Uzun, Tüm Zamanlar Yay., cild 1, 1995, r. 433

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kemal Badilli şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz