Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kejal Nûrî

Kejal Nûrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ger li Parîsê jiyabam Minê li her kolanekî, nemamek bişewitanda Li her taxekî, camê erebeyekî bişikanda Bi siboxa hemelşina sor, Li ser camxaneya hemû marketan binivîsanda û Firçeya Salvadur Dallî bianiya û Mal bi malên wî bajerî sor bikira, û dar û berên şanzêlîzê (Champs- Élysées) Weke kevirekî xwîniyê li ser lotika Qendîlê, Piştî şehadeta her gerîlayekî, bixemilanda. Min li berdem derê her malekî, alayeke Kurdistanê diçeqand, Ger li Parîsê jiyabam Bi siboxa reş, Li ser rawestegeha hemû otubusan binivîsanda: Hûn bûn yên peymana Saykis Pîko îmze kir û li Lozanê, dîroka kurdan gehande roja îro. Ger li Parîsê jiyabam, Niha weke Eliya Macîd, çend jinên por zer û çav şîn têde hene Tazî bikira û alayeke Kurdistanê li wan werpêçaba, Ger li Parîsê jiyabam, çiqas gilopên dartêlên bajêr hene Bi berê darlastîkê bişikanda û Li şûna wan, kite pêlava gerilayekî şehîd, heldiwasî… û ji bo bangevaziya mafê mirovan, bikira sembola afirandinê! Ger li Parîsê jiyabam, Minê kewalîsa li ser dika şanoyan têk bida û Posterên hemû pêşangehên hunerî biçiranda Ger li Parîsê jiyabam, Minê ji dûr ve hemû beşdarên konseran bida ber keviran û Ji wan re bigota: Min dawiya Mozart, Bax û şopenhawêrê we ragihand. Ger li Parîsê jiyabam, Minê li zengila deriyê hemû malan bixista û bigota: lazime hûn hemû deqeyekî bêdeng bin, îro, Qasimlo li bilindtirîn dêra bajêr e, Zengila sersaxiyê lêdide û Ji ber terora sê jinên Kurd, Dîroka we dixe jêr pirsiyaran, Bajarê we diherikîne… Ger li Parîsê jiyabam Min şa (Kilufîsê yekem) ji gorê derixista Jêre bigota: lazime ji bo ezemeta şerefa şahnişîna ferengê, Bi şahzade Luyîs re Li pêşî bimeşin û darbesta (Cansizê) helgirin ser milan Ger li Parîsê jiyabam, Min (Alp) ji cîhê xwe ladida Vediguheste nav jora Apo, li girava îmraliyê û Bikira qelayek bo bakurê Kurdistanê Bi zilleyekî (îfêl) bixiste ser layekî û Agirê Newroza îsal bibira ser (Elmun Bilan) Ger li Parîsê jiyabam, Min îro programên ekrana hemû TV yan Hack bikira û Peyamek bo kurdan bixista ser erkranê: Werin em hemû, sibê li ser gora şarilman, dest bi xwepêşandanê bikin. Ger li parîsê jiyabam, Min bi yek rojê topogirafiya ‘Galê’ helweşanda Di nava hefteyekî de, dêmografiya şahnişîna ferengê bişêwanda Ger li Parîsê jiyabam, Minê çil rojên sersaxiyê bibira mala Oland û Jêr bigota: Ji ber çi ew bajarê te, Ku ji bo Ocalan xîweteke aram têde nebû, Niha pirre li gulle û terorîstan û Siloganên terora gelekî bê navnîşan û bê nasname? Axxx ger li Parîsê jiyabam!!! Ji zaravayê Soranî: Dêrsim Oremar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kejal Nûrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz