Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kejal Ahmed

Kejal Ahmed

2 görüntülenme 0 beğeni
Zilameke ji çav lê belê mixabin... wan ateşgehan nabîne ku di hebûna min de vêxistiye tiştekî jî nabêje! Keseke ji nêrînê lê belê seyr e di germa şeydabûna min de hîna ji hiş xwe neçûye û nedinale! Min qehwa xwe ya tal bi şekirê axaftinên wî vexwar Min qehwa xwe ya reş bi rengê çavên wî yên kal firda Min qehwa xwe ya germ bi fênikiya girnijîna wî re bi dawî kir Min qehweyek vexwar yan jiyana min ji dûmahiyê de du car dest pê kir Ji mêj de min ji bîr kiribû dilek heye li vir li hêla çep ta digre dema alava eşqê lê dide Temen ji bîra min çûbû deziyekî zirav e bi dû kulareyekê ve em nizanin kengî... û bo çi... û li ku... diqete "Ew" du çav in firehtir ji gerdûn Zilamekî ji serenc e ji efsûna nêrînê kitêbek e ji azara bûyera Kerbela. ez jî dilopek firmêsk im hindek maye dûbask bibim ji şevbuhêrkê sîmayek im dibe wek dayika wî be Zilameke ji hesin keçek im ji hevrêşim hindek maye biçim û ji ber xwe ve bikenim Wextî ji xweşî bimrim ji ber ku bi tenê min qehweyek vexwar di gel wî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kejal Ahmed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz