Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Keça Kurd

Keça Kurd

2 görüntülenme 0 beğeni
Bajarê min ! Tu elboma bîranîn û rengê jîna dîroka min. Gelek wêne ji rastiyê, di asmanê çavên min de ku jîndarin; di nav hilm û gur û germa hestên min de cim û cole tim li karin. Li ser hespê lêbanîna arezûyên derûnê min siwarin ew. Hişyarim lê wekî xewnê ku lawazin telîkên min; di rastî de benê xurtî hevsarên wan, bi hêsanî nayê girtin bi destên min. Bajarê min ! şinebayê asmanê te ji ser min hatiye girtin. Bihna toz û wê xuhdana kolanên te, ji nav cilên kevnîî xwe ez ku li pozê xwe dikşênim, hêzek dide damarên min pêlpêlokên tevzînokan diherikin ji laşê min. Wê elboma kevnî xwe ez ku divekim, ji xweşiya wan çîrokên girêdayî di nav wan de, ez şîrikê jîndariya xwe dimijim; kela tihnî bîranînan pîso dike wê pincara hinavê min. Dûkizêna şewata dil, dubare ew dizîvire li difna min. Li givîna ewî bayê pelûdike li ser laşê sipî cama pencera min; şev ku serê xwe danî ser wî balgehê xembarî min, xew bazdide ji çavên min. Giraniya termê jana vê dûriyê xwe tavêje ser singa min; dihejîne wê dergûşa havîbûnê li kuncikên tengaviya bêçarî min. 11.1998

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Keça Kurd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz