Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kamran Simo Hedilî

Kamran Simo Hedilî

2 görüntülenme 0 beğeni
pencera biharê hatiye girtin û pelzeriya payîzê dixuye xwedewenda şadiyê reviya ye û ewr giriyê sorxemgîniya min in baranê li deşt û çiyan dibarîn im xeyalên bênavnîşan şevkoriya şevê nîşanî didin bi evîna tî bûna xwe bi hesreta dîn bûna xwe dilê jînê dixime dilê xwe û giyanê xwe didim jiyanê di zilma êrîşan de hîcran im Nesrîn û Zerîfa jankêşiya Dêrsim û Enfalê dizanin wênê wan xwe di hişê min de veşartiye gulên êşê baxçê dilê min xemilandin e xunava mijgulên min mizgîniya derengmayî ye birîna azadiyê di pencera bîranînan de efnik girtiye ne serdikevê û ne têkdiçê ne diçê û ne jî tê ne laleyên piyên min dişikin û ne jî di vê şermê de dimirim strana reşgirî para min e min bi min didê kuştin bi kujerê xwe re ketime pêşbirkê li nav jîn û mirinê li xurura xwe digerim rengê gulê di hêviyê de ye û bêhna we bi min re ye di temenê dara bêxew de diponijim kolanên fira awiran gera li nav davên girtinê ne senfoniya mirinê ahenga sernekeftinê distrênê li ber deriyê şikestî li bende tîrojên stêra fereca xêrê me di kefa mista xwe de dimeyînim rondikên welatê evînkuştî demê li ber çemê dirokê jibîrkirim di nav bizava xwe bibîranînê de me şev rojan radimûsin bêdeng baran bi ser min de dibarê jana tîrên jahrê di mêjiyê min de dijenê qêrînên bêdeng biqasî bêdengiya ketina pelên payîzê bêdeng in dengê min di dengê şevê de dengvedide çira vînê holejînê ronî dike loriyên min zayîna pirpirîkên jînê ne hevok di helbesta min de radiperin dilê min ji dengê çûkan tijî dibe kortepista biharê di nava min de dilepitê 07.09.2011

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kamran Simo Hedilî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz