Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kambîz Kerîmî

Kambîz Kerîmî

2 görüntülenme 0 beğeni
Roj baş kobanî Hişyar be… dem dereng e Tava şemiyê nîvîna te pêçaye û birînên eniya te hindikî ji dûhî zêdetir vebûne Hişyar be Taya te laşê min dişewitîne Heke bi berbanga çavên xwe li çavên min ên şîn û şil negerînî. Dûh şev di kêleka textexewê te de heta sibê… Derewan nakim, heta sibê Min li ser beytikan û gencîneyên zarokatiye te gotiye Ji lêvkeniyên ku neyekser ên kurtikên te dipêçan. Ji ramûsanên te yên li derdor bilind dibûn û evîndariyên heman çênd salên berê. Hişyar be gulam Min taştêya te daniye ser maseyê û nanê teze yê ku li pişt piyaleya çayê bangî te dike şemiyê kar heye, karê helmetê Divê tu îro baştir bî, hewşê ji kûçikan paqij kî û kuçeyê ji bendewariya beytikan û bayê re bi gulên kirasê xwe bixemlînî. Hişyar be Ez ê zarokan bibim dibistanê…ku heke kurtikên wan nav xwînê de jî noq bibin. Ez ê pora wan şeh kim..ku heke destên min hatibe birîn jî Di rê de ez ê ji wan re bistrêm… ku heke sitrana dawî be jî Ez ê lamên wan ramûsim ku heke… Na, misoger ez ê lamen wan ramûsim. Tu baştir be gulam. Ez ê ji bo şemiyê û beytikan û çavên te yên şil î şîn Awaza bixwînim ku heke ez miribim jî Hişyar be… Dem dereng e ji Farisî: Muhsîn Ozdemîr

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kambîz Kerîmî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz