Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jînê

Jînê

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey kotirê Ey kotira per neqşandî ... bi peyvêt evînê te firda û tu bilind dibî li nav ezmanê sahî te xwe hejand belê qederê nehêla tu şadbî... ba zivîrka havîna kozirî hat û te revandî tu gîhandî li ser qurmê dareka hêşka rizî ya bê mirad ko çi cara kesê tevnê vînê neraçandî li ber sîbera wê te dest pê kir bi çeqilkêt nazik û ciwan te hêlîna xwe nijand û te vehand li nav qurmê rizîda te lûrand mixabên sed mixabên ji bo te ey kotirê rabe rabe here semayê li gel refêt kotiran nemîne li bin rehma xodayê heta rojekê yan salekê, baraneka dijwar lê bikêt.. rihêt dara rizî şîn bikit ko jiyanê li te xoş kit hêlîna te bi rewş bikit da tu bêjî rojêt havîna kozirî werin li bin siha evîna min velorînên û gazî xodayê aşiqan bikî bêjî eveya daristana dilê min eveya jibîr neke ey kotire wekî kûrincekê bêîman perên te yên ciwan yêt hilkêşayn û veçirandîn hepkê xo yê hesinî vewaşandî têlên dilê te nîvqetandî û nîvrevandî ne qêrîna û ne lorîna ey kotirê jiber ko kesê rast nîne hemu li ser balgihê derewa raketîne jiber hindê kasê hay ji te nîne ey kotirê 25.03.2002, Swêd *kotir=kevok

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jînê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz