Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îmad Şêxanî

Îmad Şêxanî

2 görüntülenme 0 beğeni
çavên xwe.. Dugvêşim ji xewnên zaroktiyê Mebestên min.... Bûne pelên payizî Di destê bê kavîyde Her şewitand ew bîranîn Li ser lengergehê wendabûnê çavên xwe.. Dugvêşim ji wêneya evîna xwe Rondikan dimalim Bi salên xortaniya xwe Tenahî ji mir dibe peyala wendabûnê De biherike..de biherike ey xabûr…. Di nava rehên min de.. Bera pêlên ava te Zinarên dilêmin…biherifînin Bera pêlên ava te Vedengiya dilêmin…biçirîni ey..xabûr.. Bilîze di nava laşê min de Hîn…. Bazbenda evîna te tîrêjek xurte Di jîna min de… ey xabûr… Qey nayê bîra te peymanên zaroktiyê Gava destên min dinava sînga tede dilîst Dilerizî dilê min û te..bi wê yekbûnê Hîna..hîna Dengê nivêja te di guhêmin de ye.. ey xabûr… Hîna ew qewselin min û te di ramanê min de ye Hîna ew hêsirê evîna minî yekemîn Di nava rehên te de ye.. ey xabûr.. Hîna sawirê zaroktiya min Li ser peravin te dilîze..hey xabûr Hîna zixta evîna te min disote ey xabûr… çima…çima Te min zuhakir…. ey xabûr…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îmad Şêxanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz