Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

İlhan Sami Çomak

İlhan Sami Çomak

2 görüntülenme 0 beğeni
Min got tenê ji te re ne hespên ku di eniya min de pîkolî erd û erşa dikin Siya çiyayên tenê ji bo birûyên te ne Da ku ez ji te hez dikim, da ku ewrên çavên min Bi ken û ramûsana te bicivin ser hev Min got gulê, sînga min tenê ye li ber bayê sar Şeva min tenê ye li ber tariyê, xwe bihewîne... Û dengê keskesoran tê ji devê te Di bin ewrên reş de ez tenê me. Hûrgiliyêk: Ez ji keskesorên devê te Ji xwe re, ji fetlên avê re Ji çar aliyên artêşa xwîna xwe re Ku ji ber bayê porê te wekî çirûskek Hilpekîya çavê min û min xweziyê Xwedê daqurtand, ji perperokên Dilê xwe re lehiyek rakir. Ew Şîrqînî ji birûska evîna min dertên... Hûrgiliyek din: Min ji tara mirîşkan Heya sabûna serşoke ku pê çawê min dişewitiya Û te avê li serê min dikir ku dikeniyayî û her dikeniyayî Ji kerengan, ji muzîka Tara Jaf Ji newalên av jê miçiqîbûn, ji hespê şê û kumêt Tevî etlasa bêrîkirinê, tevî sonda mirinê Ji çol û beyaran ku jê çingîniya bêdengiyê radibe... Min her û her tiştî bi oxira destê te Bi oxira çavê te afirand - Xwedê dilikume. Dinya bi te xwe radigire. Ez tenê me ji sîng û berê te re Heta hetayê û hwd. Kirasê şevê çiriya hesreta me ma şilfî tazî Û ba ji serî heya binî ba porê te bû ba Tiliyên te bi avê ket kevz bû ba Pê re destar hêriya, pencereyên rojê herifîn bûn ba Lêvê min bi şîlana devê te ket Ji xewa evînê çûk firiyan bûn ba Hurgiliyek: Berfa ezmanê min Bi navê te dibarin. Û tu di nava sînga Min de hînî ajnê dibî. Dereng e; de bihûşt ke, dereng e; de bizot ke bedena min Bi hembêz û tîna gewdeyê xwe Da ku ramûsanên te kêrangê jiyana min e - Sor e şîn e bi azweriya şûr Sûna ye. Neçar im ji te hezkim neçar im ezbenî hwd. *02.09.2013 **Çavkanî: Selîm Temo, YouTube

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
İlhan Sami Çomak şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz