Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ibrahîm Ebdî (Keser)

Ibrahîm Ebdî (Keser)

2 görüntülenme 0 beğeni
çi gulzarek¹ bi rêk û pêk, gulek sor² tê de şîn hatî Ciwan û çardesalî³ bû, nihînin tev de raz in Li dora wê gulê man pasevanên4 jîr û jêhatî Hezar bilbil ji bona wê bi feryad û newaz in Ji tevna hiş dihûnin rist û helbestên lihevhatî Li hember hev qelemkêşin gula nazik dixwazin Ne hêsaye gihiştna wê ciwana rindî nûhatî Dizanin tev qelen ristên qeşeng û kêşesaz in Belê ristên ji rengê ristikên elmas û gewher bin Tu kes neghêje razên wan, bi endazî dirazin5 Dilê hemyan bi wan şa bin, li ser lêvan ji ezber bin Bi xêzên xwe şekir bin yan binefşên nêv terazin Li ser pêlên di helbestê, bi qapan û durist bên tim Li ba xwenda û guhdaran giran-nirx û be naz in Ciwan û xort diyarî kin heval û hogir û yaran Keçên nazik li zenda kin, di şûna zêr û bazin Wekî camên çiqa tişne vexwin jê têr ne bin yekcar Zelal û hênik û xweş bin, her û her jê bixwazin Jehên saza bi wan serxwoş û mest bib`ne li sazên xwe Firişt dakevne govendê bibêjin ev çi saz in?! Ji çerxên xwe Gelawêj û stêr û heyv werin xwarê Li asîman bifirrin tev, li pêş çavên te baz in Keser vê qenc dizanit ku di warê rist û helbestê Hemayûn ger vedin baskan bilind û serfirazin Bi pênûsan, kesên wek wî dema tên mihrecanan zû Gelek mêrxas û cengawer ji meydanê dibazin. 1 Gulzar: mihrecan e 2 Gula sor: xelat e 3 çarde salî: temenê mihrecanê ye 4 Pasevan: haris, (di virde mebesta min jê komîta nirxandinê ye) 5 Dirazin: dirêjin

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ibrahîm Ebdî (Keser) şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz