Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hozan Badilî

Hozan Badilî

2 görüntülenme 0 beğeni
li welatê me hêvî dimînin pûç di serê pênûsa de û bê guneh tên daliqandin di kezeba rojê de raman. Li welatê me her tişt hatiya xapandin belavok şevbuhêrk serxweşî û çiradadan. Ne tenê rok tê vemirandin û gotin dibin lingên leşkeran de tên pelçiqandin. Li welatê me di çavên dayikan de diçirise … tirs û birçîbûn….û tilîhêran. çixare pişikên me dicûn çayxane ji salên jiyana me dipûrisînin û dîwarên serên me dilikumin ji hilgirtina sed bi host toz. Li welatê me şîlaq dibare ji çavên zilaman pîrek tên gon û ji hezar salî de zimanê me hatiye.... girêdan. Karwanên qurbana tên ajotin serjêkirinên rî dirêjên merezdarî dilopên hêsirên me dikirrin û difroşin şaşikên wan dimînin pûç û tev nalivin û vedirşe xwîn bi ser birînên me de dilovan. Li welatê me zindan li pî zindanê diponje hêlîn li dû hêlînê diherife pêsîr li dû pêsîrê diçirrise û kolan li dû kolanê tê guran. Xatûn li bazaran eşkere tên firotin û Fermandar pêlavên xwe di birînên me de jibîr dikin û diherin û zarok li dibistanan distirên bijî "Neyron" û bimire "Yezdan". Li welatê me çavên zarokan zere evîndar li dû evîndar dilê xwe vedimrîne û evîna ziman jêkirî pêxwas û por berdayî.. li meyxana serxweş dikeve. Pêsîrên çarde salî pîr û xûzin û lêv li dû lêvê dişewite û tê dêran û tevgera revê dike ji welatê me êvar û baran.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hozan Badilî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz