Hîç kesê firmêskî masî nedîwe
Hîç kesê xemî dilî nebîstuwe
Hîç kesê napirsê le kotirî esîr
çende tasey asmanî kirduwe?
Hîç kesê napirsê le darî tînû
çî be ser nim nimî baran hatuwe?
Hîç kesê napirsê le kitêbî şê`ir
Le ser çî şa`îrekanit win buwe?
Min şê`irêkî xerîbim, darî tînûm
Dezanim şwên baran û şa`îrekan
Dill wekû masî, wekû kotir e
Bê oqre bo deryakan, bo asman
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hîwa Babahaciyanî şiirlerine dön