Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hisên Şakir

Hisên Şakir

2 görüntülenme 0 beğeni
Dîsa filehên tara me çirayên sersala nû li ser bend û dar û malan datînin çirîskên rengîn belav dikin ez jî ala xwe ji nav çirîskan dimalim, didim hev û dijmêrim pêşve diçim di riyek belek belekî de sîya min pîne û kortalên rê vedişêre dengê naqûsa ji keniştan hilbijor dibe bilind dibe bilind dibe û bi ser bajêr de dibare çilapekek dengê naqûsê pêrgî min bû min ew girt min ew bir û anî jê dipirsim gelo ev sal bo me mizgîne yan wê ala me di nav çirayên her sersala ji hev belavkirî bimîne wê rê yeker bibin hezar bawerî bi hev re bijîn wê ava beroşa me bê kelandin wê bibe keldûman wê bi qiçqiçe û tune bibe û kes qapaxê ji ser beroşê hilnayne yan wê perçemok xwînê bimijin û ez çavê xwe li ezmanan digerînim qira ketiye dinya sahiye tu mizgîniyan îsal nabînim digrîm dema ku tê bîra min şeva heyv li çardehan bû di hêzarekî sipî de nuxumandî bû û ez ji salê dipirsim sal bersivna dide wek gumanan gumanê di mijê de dakirî jiyana min wanî rol dide û bawerîyê xwe bi pertewan şîr didim wek hîmekî bi çav rawestiya me li ser kaşekî li asoyan dinerim her guhertinekê dibînim digrim wek korê kêçek di dest keve.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hisên Şakir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz