Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hisên Mamê

Hisên Mamê

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi xwe gumana mejî di navbera çav û guh de di kêşana ne tiştekî de eşkere dibe. Xwestekên badayî di hinavên valahiyê de diyar dibin. Tu metirsî derya ne di çavên te de pêlan diçilqîne, hêstirên te… rawestiyane, westiyane û radanên qedexe di xirecira xwe de qelşan diafirîne çeman dimiçiqîne di ruwên te yî zuha de. Lê netirsî… dema dara xurma asîman ramûse dê tu mat nemînî. Bi jibîrkirina xurma li ser rûpelên zimanekî jibîrkirî di kûrbûna zemînê de û di navbera zemîn û ne zemîna asîman de deryayek ba ye. Dê tu bitirsî û bê tirs tirsa xwe berdewam bikî. Valahî… bi baskên xwe tirsa te baweşîn dike, gurr dike. Lê li sedeman nepirsî sedem toz girtîne ji hêsirên dawerivîne ji çavên te yî şaş li nerînên xwe digerin. Pira awirên te li ber zirneyek tilîyan gez dike dîlana pertewan li dardixîne.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hisên Mamê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz