Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hisên Emînê Perîxanê

Hisên Emînê Perîxanê

2 görüntülenme 0 beğeni
Eva pîrek heştê salî ; qêlûz bûye pişta wê Meh û sala şikandiye dil û çeng û baskên wê Zeman derxist ji dilan eşq , ji çavên wê şewq û nûr ; Emrê wêna xilas bûye , xiyala wê pir li dûr Rengê wêna , zer bûye wek pelên darên Paîzê Kes nizanê , daîm ebûs, daîm nexweş , xaîzê Çehrê wêna perîşan e , madê wêna kiriye Tirsa qebrê d`xiyalê de, karê wêna girî ye Lê dîsa ew dibê kanî ava jînê li kû ye Ew betilî , ew kesirî , ew zila ko hişk bûye Ew dixwaze bi vî canî li dinyayê her bijî Dibê xwezka , min bidîta dinya ronik hin dî jî Ey yê ko hêj d`çax û dema xortaniya xwe de ye Eqil di ser , qewet li mil, pêlên eşqê dil de ye Ev pîreka heştê - salî ko dixwaze hêj bijî Nizam çima ji heyatê tu qehirî , tengijî . ( Hawar, hejmar : 52 , 1943 )

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hisên Emînê Perîxanê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz