Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Heybet Mamo

Heybet Mamo

2 görüntülenme 0 beğeni
Qamişloka min… Lêvên dîlana te çav şikenandîkirin hêsirên teyî hevirmêşî talan kirin ristin, qewanên teyî jêhatbûyî li ser qelîştokên meşa te pîkolîkirin. Qamişloka min… hêviyên Cegerxwîn dizîn û awazên Mihemed şêxo kelepçe kirin. Qamişloka min… gurnepaşên çav şikestî êrîşî sipehîbûna te kirin awirên te, Qamişloka min tî kirin hîmê demoqratiya te pûç kirin laşê teyî rewşenî di nexweşxana bombeyan de girêdan, hêlek bi armancan û hêlek pîr kirin. Qamişloka min… dirindeyan gunehên xwe bi tiliyên te rast kirin dardestekên li ser xwe wê êvarê xistin avê şelû kirin. Zayîna serhildana te ji derperînê dûr kirin beramberî tirsî yê hêlazên gul û nêrgizan bêjing kirin. Qamişloka min… kevirên Dêrikê dane ser hev ji bo yî te qûç rakirin hestên axa şermola biyek pêjnê tevlî te kirin bi armanca te girêdan Koban û Efrîn hevkarî kirin Qamişloka min.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Heybet Mamo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz