Were bibim be saqî satî sewda û sergermît
Hênd be rohim nezîkî wadezanim sêbermît
Were be camî lêwim naxit pirkem le ewîn
Herdû mestî yek badeyin le bêdaranî şewîn
Were bibme hawşanî rê û kol û koç û barit
To rêbwarî rêy ewîn minîş debme hewarit
Were peyamî `eşqî derwêşît de be gwêma
Wek gizingî berbeyan helbê le rojî niwêma
Wek şiney şemal were le serxo be espayî
Dergay dil bitrazêne ba kotabê cudayî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hêmin Mam Nadir şiirlerine dön