Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hemîd Dilbihar

Hemîd Dilbihar

2 görüntülenme 0 beğeni
(... ) Ji evîna te hişyar bûmn ez; û Ketim rêvingiya jînê!.. Hişyar bûm ji evîina te Ji xewa mirinê ya hezar salan û Hilma jînê xwe berda Nava dilê min Di awirên te de ey evîn!.. Ez xwe ji nû ve diafirînim Ji evîna te Di nava Her hevokên tuperest de evîn, Dilê min bû jîngeha evînê û Evîn bû qiblegeha min Ez bûm evînperestekî heyatperest Di her hilma jiyanê de Li welatê dilistana xwe Ji evîna te ey evîn!.. Ji evîna te Di wargeha dilê min de Hişyar dibe welat Hişyat dibe cîhan û Hişyar dibe jiyan evîn Hişyar dibin hemû dil û giyan! .. Ji evîna te Dilê min bûye evîngeh niha û Evînperest konê xwe vedikin li ser!.. Ji evîna te Dilê min bû dil û Dilê min niha Xwe ji dil hiltavê!.. Ji evîna te Di heft roj û heft şevan de Ev peyv û hevokên hêguneh Min herikandin Ji robarê dilistana xwe Ku hê diherike Ber hi doşeka xwe û Dê biherike evîn!..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hemîd Dilbihar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz