Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hefîz Ebdilrehman

Hefîz Ebdilrehman

2 görüntülenme 0 beğeni
Tava heyvê ye siwaro. şînekî tarî bi firçakî bêcir sorekî tarî dorpêç dike. îsandina rima te û nalên mihînê nalînên "Eleqemşê" dicefilîneî Gaziyên "Dimdimê" bi teşiya "Sînema Amûdê" li xaçên "Helepçe" dirêse. Nexşeya te, Jinên sîng dirandî kofî vekirî guliyên verşandî ko li şihîna mihînê hatibûn pêçan. Xwîna te hay ji xwe nemaye. Xwêdanî tevzînokan bi rikêba bêhêl ve tîneî û mihînî hêrik û newalên meydanê bê "bûsile" dixwîne, tozê di bizdîne. Siwaro, tevnên xwîn û xwêdanê nexşeke netebitî bi pesarên tena te de berdidin. û bi dilsozî kîna xweyî pîroz li mista dawî ji xwîna xwe siwar dikî, tolê didoşî tîfilê "Rêka kadiza" bi şûrekî tisî diqewêrî. Bi bazgûrî, kolozê te, qevda teyî sincirî diramûsim. Tenha, bi katjimêra "Marilboro" simbêlên teyî sosinî gerekî diwê çixarekî "Xursî" ne. Siwaro, Xenama li tixûbê gund danîne. Siwaro, Xenama li bênderê gund diçêrînin. Siwaro, Xenama cilên xwe li ser têla me raxistine. Bi banga Bîlalê Hebeşî re, Ebû Sufyanî li derê "Kabê" payîzokên teyî nixurî ji " Lat û Izza û UN" re gorî dikin. û naçare, xaka te gefê ferhengeke bêjî dalêse. Siwaro, pasporta te, bi kunduman xemiliye "kokoakolayê" dibeliqîne. şûr, nema "pîtzayê" dibire. û di wanên dawî de em dibin sîka leylanekê bi kabikên tenahiya te dilîzin. Bi neynûkan zerekî vekirî li rûberên kevalê rast dikin. bi propagandê benîşt û desmnalkan şa dibin. De razê heyran şeva te xweş be.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hefîz Ebdilrehman şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz