Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hasan Kaya

Hasan Kaya

2 görüntülenme 0 beğeni
1 Di bajaran re em bihurîn Kolanên wan gijbûyî Daw, daçikandî Li çaryanan gunehên barîner, gijlok Bi destê xwe nixumandibû rû çaterêyan Ji bêhna potînên paşayî Ewran, ji biskên xwe Poşmanî dadiweşandin çarmedor, Xewnên risasî Kevza tenêtiyê li ser dîwarên kavil Nikulê keysperestiyê Li ser xeyalên dawerivî Zêwa serkeftinê Mihrîcana miradan Tofan û qirkirina nûciwanên du nifşan Bar kirin ji vî warî çivîkên gewremizgîniya xewnên avzêrî Barana hatî Hemû pelezerê temenî vemaliştin Di stûyê berşîr û mindalan Bazbendên penaberiyê Li ser eniya wan sirgonî, tenîheyvok Li lênûska alfabeyê Dilopên keserê, nexwendî û kelogiriyek, Li ser pêsîra jinebiyan vezilandî şehweta balixiyê Li ser termê bêkamiyê kokimek Di hedexaneyê de Ref bi ref em xesandî çiqas hebûn Peyvên veşartî Yeko yeko Me ajotin Ber devê çekên dilmayî II Wan çeman Bi serê serkeftinê sond xwaribûn çiyayan Berbisk û gulçîçek Bi gurçikên xwe ve dirûtin, sala gonê Li beramberî cemedê Wan çiyayan Keçemêr Dînemêr Serhildêrên zemanî Di barehgeha dilî û Di berîkên şikeftên hirî Kum û kolos û kulavên kejî de Sincirandin Wan rojên bapûkî Milyonan çav Legel dil Tirêja hêza hêviyê Li ser keskesoran kilîd bûn Lêv Li ser nivişta serkeftinê Lawij Sirûd Dîlok Dawet û şîn Li demjimêra azadiyê siwar Bi qudreta kaniya kil Lêmîşta girnijîna bûkên salî Tevnê xalîçeya dahatûyê Nîşan ji kêlika armancê girt III Nofek zîpik Destek baran Bareşek li ser goristanan Miriyên pak Ango pakrewan Lehengên çemê sondxwarî Pezkoviyên çiyayên çargurçik Pirtûkên ceribandî Vediçirînin Li civîngeha goristanê Mirî, Zindiyên rawestgehê Mêvanên Yezdanê gewre Ango Derketiyên vê cîhanê Vediçirînin Disojin Di wijdanê qralekî bêwijdan de Mishefên ceribandî IV Heçî zarok in Hechecîk in Dilopên pak in Ji eniya Ehrîman Xeydok Lerzok Behitî Di vê gêjgerînka naletkirî Ya li ser xaka welatî Her gav û kêliya sî salên axirî Zarok Gulok in Rîsê xav Kulîlkên xwînî Dahatûya me ya desteserkirî V Li ser Sûretê xak û zuriyeta min Tivinga daleqandî, dilmayî Govend faşilbûyî Bêhna hêmiya genî a salan Li ser betona zindanan dûkelîner Mishefên ceribandî Awirên zarokan Tûrek e Barek e Zarzarek e Li ser pişta dayikan VI Heçî azadî û Maf û serxwebûn e Di pêpelûka qesra qirêl de Hevraz e Maye Dûr e Zûrezûr e Kêferat e Lê Bawer bike Dawiya dawî, felat e Felat e VII Heçî ev gotin in Pestgotin in Di şeveke xedar de Laşsincirî Li ber tayê Bi hişekî nîvronak Heçî pestgotin in Wekî navê xwe zanim Li wan nabe sibe Hemû ewê şikerkevin Li ber deriyê Berbangeke çiksayî Bi çavên felatî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hasan Kaya şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz