Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hadî Behlewî

Hadî Behlewî

2 görüntülenme 0 beğeni
Berî wextan....rijî xwar Stêr çû ava Aso reş bû Gulistan bê gul ma.. hişk bûn pel Ziwa bûn dar.... Xunav bêguman hew lê diyar Newroz pişta xwe da me Buhar bû xar Pirs çilmisîn, bê rewan man, xav û sar. Xwendevan bê mamosta man, bêçar. Zanîn bê dibistan ma... Xelat, Zozan, Cûdî bê xelat man. Sêwî, bê xwedî birîndar Dema şehsiwarê rist û rêzbenda ji hespê helbestan Hat xwar Tîrêjê ronahiya sirûdan vemirî Hespê pêl û movikan ma bê siwar Min jî dest li dest xist dema min bihîst û ber bi çerxa gerdûnê çûm û lê kir hewar Ho qederê... ey felek...xapînokî tu, bê soz û qerar Te seydayê Tîrêj ji nav me bêveger bir. Koça wî kir. û pêre hiştin keser in pir. Yek ji wan te nehişt çavê xwe kilkî bi dîtina kurdistanek azad Serbixwe li vir yan li wir Yek jî bi têkilya nemerdan nehişt tîna xwe bişkînî bi tewafa gora Berzaniyê nemir. Hinga..guhdarê delal..di şîna seyda û ji çilê wî re Ev rêz û ristik min bi darvekir..... Ewrek reş û tarî va bi kulpan kirye halan Asoyê me girtî wî ji Dêrik ta bi şam e Bahozek lidarxist û li hawîr toz û dûman Bayê ecelê zor û bi lez pif da çira me Tîrêjê heta wa hunerî hew dide insan Roja me dibû şev, vaye mestir bû kula me `Ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîxan` Seydayê ko gazî te dikir pişta xwe da me Koça xwe girêda û li ser şopek bê han Bê xatir û destûr vaye çû barkir ji ba me Estûneke avaniya hunra hate wêran Daxek li dilan da, çi bi tesîr û ekam e Xeşmê li me mek (bilbilo) ka tê çikî ferman Hibra me ziwabû, û ji min perçe bû xame Ger karibî bahozê bixî gumgum û cêran Ava deriya sor û sipî têxî du cam e Derzî darvekî bi çendekê çend gamêş û fîlan Hestan tê nikarî bikî pêda û sedema me Ev çilroj diborin wekî gogê ez bi dewran Manendeyê goyînê bilerzîne li qam e Pêpê digerim ez li hevok û pirs û tîpan Rêzbendeke rêzdar be ji bo sarkî kela me Ez tînê hevokik xweş û pirsek helo û rewan Asa bê di şînê de,go hêja bî meqam e Lewra ev e Tîrêj bû li esmanê me Kurdan Komek ji stêran bû, ne perwîn û beram e Tîrêj va te çêkir bi xet û xêzik û xaman şalek xweş û zîba te bi dilşadî dida me Azarê me Kurdan te hilanî ji dil û can Wek xwînê diherikî li rehan jan û xema me Rewşen kirî tor û edeb û ristik û xweşxwan Dengbêj distirên wan va bi awaz û meqame Gazî te dikir gel ma nebes, ev xew û razan Dagêrî welatêm hê dixwin maf û keda me Ev reng e ezîtî ji we bê hêz dikî karan Biryara biyanî li we xweş tê berî a me Ev kîn ji me Kurdan kete mêjî bûye wek jan şerme ez bi rastî yek li yek nakî selam e Yek perçe be ey Kurd ne bi cad û ne bi kînan Bê yektî û zanîn û edeb kes naçî dame Rêça serxwebûnê te bi rastî daye nîşan Te ji gel re digotî here pêş raste riya me Seyda te digo ji ber mirinê beyhûde bazdan Iskenderê Romî bî, çi Cemşîd xwedî cam e Qarûnê xwedî mal bî, weyan dektorê luqman Keyxusrewê Mîdî bî, xwedî tac û peyame Seyda xwezî dîbame ji sê parî Kurdistan çendik ji birûskan,weya çend xêzik ji name Omîd û hewara te bû tim şahê li Berzan Ma qey go di şîna te`d bijîn?!şerm û herame Tîrêj te ji wênê xwe dikir pirs û sûalan Ka wê çi be halê te,eger bê dawiya me Ka wê te bi dilsozî hilînin li civatan Ya xod tê bibêjî va tu çû ez tenê mame Seyda serî rake hela va ev der û meydan Milet bûye lek lek,li ger û çol û şiqam e Mînaka te hildane li ser sîngan û destan Yek dengî dibêjin namirî, saxe li ba me Yek dengî dibêjin namirî saxe tu rêzan Sinbol û nigare tu li ser berz bî name Ê wek tene Tîrêj timî şana dev û lêvan Naçin ew ji bîra me bi salan û heyam e Seyda va li ber te ditewin bejn û ser û can Bo yên wekî Tîrêj ditewin tim ser û qam e.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hadî Behlewî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz