Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hac Ebdilferîdê Mele Ibrahîmê Golî

Hac Ebdilferîdê Mele Ibrahîmê Golî

2 görüntülenme 0 beğeni
Payîz û buhar dem sal in xweş in Xwerist û jiyan bi wan ve geş in Di rixt û mêwe ev genim û ce Nav dixwe medin axa me dide.. Neyar diçinin nehêlit dixin Lê em weke Kurd tî mane zigurd.. çima mijdarî serê xwe xwarî Dara jiyanê te pel jê weşand Cegerxwîn revand helbest dihûnand Wî hêvî diçand wî şîn dicivand Dest didane hev ciwanên bengîn Sema digirtin bi mihr û evîn Ji baxê gulan sitrî diçinin Rêka mirovan kelem dibirin Bi armanc digot nebû delodîn Ji ber ku çawê dilê me şikest Qirdê me kor e bi kovan û mest Pir em tengijîn xemxur û xemgîn.. Adara çikûs zirza bê mirûs Kê tu niquçand tilî te hilda Wilo dest bi dest te bi dil veda Te pênûs şikand te diwêt rijand Ji dilên bi kul keser difirand Dijî kedxuran wî rim dihejand Tîrêja rojê simbil dipijand Simbila jînê mêwe digihand Kesk û sor û zer gul pê vedibûn Kulîlk û beybûn gulşen hey dibûn Bilbilê şeyda sirûd tê dida Tiltivîk û kew şalûrê rengîn Qulingên bedew bi lîs û hêlîn Kê pilwaz didan lê dikitin xew Tîrêj çû ava kulîlk çilmisîn Xweza xeyidî tilûr pinisîn Bîra me anî koça Cegerxwîn Birîn axivîn birîn axivîn.. Dîroka me ye timî raperîn Dîrok me girtî dastana Hitîn Ji mala pîroz kê berda Firing Ji ber kê revîn di cengên bi deng Li Mercdabiq kê berda neyar şerê çaldêran dibû tar û mar şiqêf û Ernûn kî bû xwîn rijand Bi dem û dewran kê neyar şikand Xwîna me tal e wek zilindar e Pişka me qar e çima ifar e? Bê nan û xwêtî çima li kar e Li ser vî gelî qîr û hewar e Me biçûk dikin her ro terp û toz Tipê kurd bin lawaz û aloz çanda me dizîn ziman tê birîn Ev ne rewa ye çima gurgîn.. çima bermalî herî ê me bin Em ne çêlîkên `Eyşka `ereb in!.. Na mijdarîna adarê na na Qîma me nehat tebax vaye hat Berbangeke nû rojek nû hilat Li ber şewqa wê niqir vejiya Gelê birûmet rabû ser piya Ji ber tîna wî neyar bezdiya Berxwedan e jîn alinde mizgîn Arê nixumî bû pêt û rivîn.. Qirx bilind bû li dû bayê nû Ronahî pêket zanîn birêket Deng bi deng ket me kostek birîn Gelek Cegerxwîn Tîrêj aferîn Me haştî divê biratê divê Wekhevî divê wekhevî divê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hac Ebdilferîdê Mele Ibrahîmê Golî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz