Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Goran Haco

Goran Haco

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi sond bi peyman ez ê nehêlim kuç li ser kuç kit jê nehêlim ez ê bajar bikim dojeha li ser riwê erdê. da "gawir" vegerine ser riya "Ala"ya mezin. Bila êdî Şirnex bêje xwezî bi Dêrsimê geliyê Zîlan xwezî bi Helepçe. De lêxin "gurên boz" lêxin kit ji wan nehêlin. Bila zanibin cihê şûrê me lê bilind bibe ti serî xwe ranakin dibê dixindirine newala lêxin "Aslanlar" lêxin mizginiya "mirinê" bighênine Qulpê û xwişmakên wê Bêjin vaye hat "mirina zer" Bila ev çiya û zinar nas bikin ez kî me ez im "Sayar" im neviyê "Xanê" mezin yê "Ata" û yê "lsmet inönü" pesnê xwe nede xezeba te ji tirsa nava te ye alem pesnê xwe bi mirovaniyê dilovaniyê zanyariyê dide tu bi şûr, hin gelek dîtin bahozên "zer" li vî erdî gelek nîv-mirovê di çav xwe de "fêris" di nava xwe de "newêrek" û "bêbext" derbas bûne, gelek hatine bablîsokên "zer" te behsa "`Xanê" mezin "Ata" û "lsmet" kir ew hatin û çûn lê ez li vir im ez li vir im li ber dîwarê birca Amed ez li vir im mîna Surhê me li ser singa te mîna direhê me di gewriya te de di çavên te de bablîsoka ji agir im mîna surhê me li ser singa te birçî tazi bider serê xwe natewênimo sirûda welat dixwînim kolonan dadigrim bi rê ketiye "meşa azadiyê" zindan min kiriye mala rûmetê dibistana şorêşê bûme dîwarê qalind li ser singa te li vir im nobedarê dara gwizê me tiwa li hewşê nobedarê tenûra dayka şêrîn im ez li vir im hevîrtirş im di legena hevîrê welat de ez dipêjim nanê "Kurdayetiyê" Asabên min ji cemeda kula "Agirî" di dilê min de dojeha sor dema ez sil dibim latê diguvêşim ax nanê min e eger birçî bim lê disa li vir im bar nakim her li vir im sûrha giran im li ser singa te ez baz im û hêlîna min e "Bagok" û "Herekol" ez pêşmerge me "Egîd im" dîwarê qalind im li ser bedena te bipirse ji "Îskenderê Mezin" ewê bêje te çend dijwar e tîra min ewê bêje te çîroka min ev çiya carekê rabûne go hew bitewin Sûrh im li ser singa te li vir im û bang dikim birayê xwe li pişta xetê li başûr li barêş were ba min ka destê xwe? pişta te me "Sûrha Çin" bawer meke gotinê "marê zer" "rih dibê bost, lê dijmin nabê dost" Paşayê "Kor" mîrê Rewandiz mîna Bedirxanê Botan na gotin, bakur û başûr dane ber xwe ji Dêrsim heta bi Mûsil, Kerkûk gotina min lawê Mezopotamya em in lawê Kurdistanê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Goran Haco şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz