Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Furûx Furûxzad

Furûx Furûxzad

2 görüntülenme 0 beğeni
diçim westiyayî û zenûn û dilbizar ber bi hêlîna xwe ya wêrane welleh ji bajarê we dibim dilê xwe yî bengî û dîwane dibim heta wê menzîla dûr da bişom ji rengê gunehê ji hemû arezûyên nelicî û beyhûde da bişom ji çilka evînê dibim da ku ji te dûr bixim ji te, ey şemla hêviyên bêçare dibim ji bo zindî bixim gorê da weselê êdî nexe bîra xwe nalîn dilerize, rondik direqise ax, bihêle ez birevim ji te ey kaniya bi xumexum a gunehan çêtir e ez hefza xwe bikim ji te bi xwedê ez bişkoja şadiyê bûm destê evînê hat û ez qetandim ji şaxê ku lêva min cardin negihîşt wan lêvan sed heyf, bûm şuhleya axînê axir piyên min bi bendê seferê hatin girêdan lêv bi ken, dil bi xwîn diçim ey hêviya bêkêr a bê hasil dev ji dilê min berde êdî, diçim *Tehran, cotmeh, 1954 *Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar, Weşanên Avestayê, r: 45, 2021, Wergêr: Hatice Kılıç

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Furûx Furûxzad şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz