Binêre,
xweşikbûna xwedê,
xav dêmên rûyê te
ji bejna te
ala me ye
di bextê,
meshefa reş de,
guh bidê,
û bihêle,
(Nûh) te bi qeyika pînekirî bi rewanê pêxemberan
birêke,
qene vehêsin,
û Mûhemed û Xedîce,
Teşîkek kurdî ji çemê porê te birêsin.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Fethulla Huseynî şiirlerine dön