Bêdenge..
Arame.. tu..
Hey bajarê xemgîn
Min bihêl
Ez hemû kaxezên xwe biçirînim..
Ji bo te
Amûdê
Bibûrîn ku ez komkujiyên te di bîr te tînim
Toş…
Sîneme
Qamçiyên werdiyanan
Avdara teyî xwîndar
Xizaniya te..
Ez hêstirên germ dibarînim..
Li ser sînga teyî bêdeng.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Fesel Qadirî şiirlerine dön