Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fatma Kurd

Fatma Kurd

2 görüntülenme 0 beğeni
çendî car … min gotinê ji dilan firandin asîmanê te, bi hêviya di himbêza te de hêlîna xwe ava bikin û di nav dil û hinav de bi cî û war bibin … lê di nalîn û hawarên birînê te de winda bûn. çendî car...gulolîkên hêsran çavê min li ser canê te bi şewat... barand. Didîtin rewşa jiyana te bi dilên xwîngirîn… û lingên pûç !... destên vala.. bêçar li ser gewdakî pîrî bê can bi tirsê girêdayî?! didîtin şevên teyî tarî.. mijdayî ! Firokên te.. ji hêlînên xwe koçber dibin, bi çavin qerimî.. hêsirên bê war.. tê de şaşmayî, di xewna ewî gewdê pîr de bi can bê.. mîna xêwekî.. rêyan di riwê mijê de bigire û li ber firokên evîna teyî koçber zelal bibe.. ta kulîlkên buhara te ji geşbûna rengê xwe jiyana te bi reng bike. Rok û rûbar... di bin siya asîmanê te de himbêz bibin. Berbanga zerîn rengê xweyî azad... li ser riwên gul û daran helweşîne ! daku sibehên te bi çîvçîva firokan.. des pê bibin !!!.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fatma Kurd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz