Rabe ji xew milletê ji hevketî
Kurdistana te jan pê ketî
Ta kengî tê bimîne raketî …
Gorên şehîdan bi te bandikin
Kurdino …
Eger hûn kurd bin
Hûnê dîroka reş ….
Biguherînin,
û nave Kurdistan bi rengekî nû
Binivîsînin
Mebin hevalê gura
Nemirînin xewên zarok
û jin …. û mêran
Mebin darê koledar
Milletê xwe pê mekin
Zîvar zîvar
şerm bikin kurdê belengaz
Kes ji bêkesan re
Nabe dê û bav
Mekevin xapika
Tevn û bestê laşexur
Bi tevgerek bin
Biteqin di gewdê neyar.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Fatma Ebdilrehman şiirlerine dön