Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezedîn Ebdella

Ezedîn Ebdella

2 görüntülenme 0 beğeni
Zab û Qendîl her wê hêlîna te bin Hêzê kedxwar wê bi mînin binketî Xwedî rêbaz, xwedî vîna ji pola Her bijî tu parêzvanê miletî Ji hêza te dijminê me mane şaş Di şerde bûn, hemî çekên pêşketî Bê encam man tang û top û balefir Di himbêza çiyan de mane ketî Girila ne, piling û ejder û şêr Li ber pencan leşkerê te pirpitî çeper girtin li ser kop û zinaran Belê dijmin bi sr şorî derketî Te wendakir leşkerê Tirk û Mexol Mehmecîkê te tev mane behitî Zinar û lat, tevde lê bûne wek Dêw şev lê gerya, tevde mane j` hişketî Dest nîşankir ji cîhan re eşkere Eve kurdim di cengê de serketî Silav bo te gerilayên canfida Va xuyabû qehremanê miletî Te parastin gel û welat bi merdî Bi canêxwey pak û paqij berketî Hemî hêzê komploger mane şêt Va li ber hêza te îro rûketî Agirê lûla tifenga te îro Tên da dilê kesê sist û raketî şermezarin kesê bêhêvî ji te Ew parsekên bi deryê dijmin katî Ser bilindin kurd hemî îro bi te Xwedî hêz û xwedî şan û rûmetî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezedîn Ebdella şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz