Amed … amadeye
Duh
û îro
îro Li ber çiryana Dilê min
Savakên te
Hemî rondik
Westandin
Di bê dengiya
Rojê
Kulîlkan
Pêjn û henasa
Pirpirîkan
Zeviyên
Canê min
Bost.. bost
çêrandin
Ez ….
Ji kî
Bixwazim meded?
Ne.. tab
(Cudiyê) miradan
Wekî pûtekî
Mat û bê mirad maye
û (Noh) pêxember
Dudil maye
De razin
Berxikên min
Razin
Qey …
Bextê meye
Em
Bi xewnên xwe re
Bar kin
Ma çi bêjim !
Ne ne pêr bû
Duh bû
Li ser
Bêndera azadiyê
Xewnên me û pirpirîkan
Bi hev re
Yarî, cirîd û sema
Dikirin
Vêce..
çi bêjim
Bê çariyê
Xwe li stuwê
Min alandî ye
Kefte left û
Gevzîneka
Hestên min
Nikarin
Ta peykerekî
Ji te re
Di asimanê
Hîvîyan de
Bi nikurîn in.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Evdî Çaço şiirlerine dön