Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Emil Mihai Cioran

Emil Mihai Cioran

2 görüntülenme 0 beğeni
Helbesta ku hêjayî navê helbestê be ji ezmûna qederê dest pê dike. Bi tenê helbestvanên pîs azad in. Her ku di hinavên me de ramanek ji dayik dibe, tiştekî dî di me de genî dibe. Ez ê bixwe ne ez bim, ger di kêlîka hêrs û têkçûna xwe de ne li jêr an li jora Eza xwe bim. Dema di sewiyeta xwe ya naskirî de bim hest bi hebûna xwe nakim. Hemû ezmûna me ya bi demê re di navbera bêzarî û bêrîkirinê de diherike. Dema ku êdî em nema dijminên xwe hildibijêrin, dema em bawer in ku dijminên me yên ku aniha hene bes in, em hest dikin ku êdî em ne di qonaxa xortaniyê de ne. Xelk dikevin hindurê demê de lê ez bixwe ji demê ketime. Yekî nexweş ji min re got: Ev êşên min ji boyî çi ne? Ez ne helbestvan im ku wan bi kar bînim û serê xwe bi wan bilind bikim. Peyivîna bi mirovê ku nizanibe êş çi ye, vala ye. Em di binê dojehê de dijiyan, her kêlîkek efsaneyek bû Her neteweyek, di qonaxekê ji qonaxên geşbûna xwe de, ji xwe bawer dike ku neteweyeke bijarte ye, wê wextê baştirîn û pîstirîn tiştên xwe pêşkêş dike. Ji sibehê hetanî êvarê, em pêşerojê(mazî) çêdikin. Her ku dem diçe baweriya min ku salên min ên pêşîn beheşt bûn kûrtir dibe, baweriya xwe jî rast dibînim. Ger beheştek hebe gerek êdî ez li berî destpêkirina hemû salên xwe lê bigerim. Cihê me di navbera hebûn û nebûnê de ye, ango di navbera du xewnan de ye. *Wergêr: Ehmed Huseynî **CIORAN (kurdî: Sioran), Emile Michel - feylesûf: Sala 1911an li bajarê Rètinari li Romaniyaya îro ji dayik bû, û di 1995an de li Parîsê çû ser dilovaniya Xwedê. Berken Bereh - Sala Nû Em dişibiyan çemên bi bereket nazenîn Di esmanê balûpal de stêrkên ronak mîna rûyê dergûşekê xweşkok û dilêr bûn Evîn bû şûna xilikan di bêrîkên me de Va saleke din mir û çû hinekî din, hawîrdora gerdûnê gemar bû Di ferhengê de cî ma bo şevbuhêrkan ji hêlekan veşartok bûka baranê re ku hespê temenê me ew radikirin pêdarê Gelo çend mendalan ji dêvla şîr di sala îsal de çîrok mêhtin. Dibêjim zû rabin îro dema pîra me şîr didot û em mîna nivişta diya xwe mirovbûna xwe têxin stûyê xwe û li kolanên bajêr silavan bireşînin!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Emil Mihai Cioran şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz