Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Emer Ismayil

Emer Ismayil

2 görüntülenme 0 beğeni
Newroz û buhara me ji bin daxa derînin Agir bikin dujeh û pê re alê hilfirînin Xort û keçên dilşad, govendê vejînin îro roja nûye tê de serbestî bimînin Newroza evê salê xuyaye xweş civîne Ewrên reş va baranê ji bin çenga dirijîne Toz û qirêja salê dişo, perdê daweşîne Dem dore kurê Kawa serî hilde, bixwîne Newroza me dîroke ji xelkê re bixwînin Tev tovê xebatê ye ji kurda re biçînin Dora agirê Kawa, koma bicivînin Dîlanê bikin yek û çenga bihejînin Newroze demjimêre, tu çerxa bijimêre Erd nazivirê bê te,tu destarî bihêre Bingor bike zordaran li cîhanê veşêre Da`m xweş bijîn wekhev, welat tev zîv û zêre Newroze bi lez tê û agir tev bû hilorî Rojê nû dikê hersal, bi xemla kesk û sorî Li ser kopê çiya gur dibê pertew, berû jorî Armanca wê nîşana meye û pêre dil diforî Newroz û bihare dikenin, stêra dijimêrin Rengê gul û ala me li hev têne hûnandin Bayê zozana tê û bi hevre pirpirandin Cîçoka civîn girtin, xwe pêre hilfirandin

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Emer Ismayil şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz