Elî Şêxo
Elî Şêxo
2 görüntülenme
0 beğeni
çemê mezin serê çeman
Ava çiyan ez feratim
Ji kurdistan warê şêran
Ji bingola va ez hatim
Wekî zab û sêerwanê
Wekî dicle ê welatim
Ji bo bax û hemî dara
Ji kurdare ez xilatim
Rengê dira kal û sipî
Ew sûlava ji jor latim
Xuşîn hurmîn her ji min tê
Dengê Xecê ji Xelatim
Wekî Xecê ez bê zarim
Dil ji kulare civatim
Pêlan eadkim ji kela dil
Geh hilatim geh dahatim
Ez dû dikim, venamirim
Doza gelê rojhilatim
Dengê narîn û derfeşim
Bi xum xum û bi lebatim
Li ser dijmin pir bi sehmim
Wek dengê baz û ribatim
Li pêş dijmin sûr û bendim
Dergehê birc û kelatim
Ez kehek ji hesinim
Ez derîkî ji polatim.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Elî Şêxo şiirlerine dön