Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Ronîar

Ehmed Ronîar

2 görüntülenme 0 beğeni
Min ji xwe re manzeret liqat dikirin Ji xeyalan welat Fîşargoyê min ji xwe hebûn Piştî tu çûyî Monologiya min jî, dest pê kir û Bê navber mirovên kêm dibin hene Hundirên wan bi kolanên ji min ne biyan û vala tijîbûne Tu zanî? Vê navberê hemû masiyên ku min ew ji akvaryuman naskirine Li deryayan dipirsin (ii) / (ii) Ez herdem / di temenê hezkirina te de 4322794 33 peyvên ji devên min diketin Êdî xwe bi xwe zêde dibin 34, 35, 36 û 37… û hîn pirtir dibin û te hîn pirtir dikin (iv) / (i) Tu dizanî çi qas êvar hene ez di wan de Bê te mame? Haammûûûûûûûû êvarên bihurîn û hamû êvarên ku di hatina xwe de dereng mane Xwedêyooooo!!! Piştî mirina xwe ez dixwazim li ser xwe bigrîm Bi ser êşandina êşa xwe de bitemirim û herim şînaryaaaa!!! Ji min re kulmek çavên xwe bîne Êdî! Nema dikarim bêriya te bikim… (v) / (i) Ez te gişî dixwim çavên min ên reş Di nav çavên te yên şîn de dizên Di rûyê xwe de / sebra rûyê te tînim Êş im û diêşim Evînan difiroşim xwe û qederan dikirim ji xwe re şînarya! (qe)dera min! Min kulm bi kulm Tu di hundirê xwe de tijî kiriyî Êdî nemirim! Nema dimrim! Stêrka min ya sêzdehan mar û selawatek e her maçek piştî iro Axxxxx!!!!!!!!!!! Bi zikrê ketime ji selawatan Min negrin Êdî! Ez jî kurê Meryemê me Ez jî!!! Wahiyên ji min re tên dinivîsînim Peyvên ewilîn Her dereke te Ayetek e ji min re (v) / (ii) Di jiyana min a seksuwel de Temaşekirina mirina min heye Lê hertim jî Hema berî orgazmê dimirim Hema jixweber dimirim (viii) şinarya! Ji meytê min re kefenekî "sor" dirûtin Ew qasî li min hat Ew qasî pê xweşik bûm Careke din Min dil nekir ku ji xwe bikim… (i)/(i) Her barana rê dibariya li ser Ez li serdimeşiyam Bajar diwestiya Aciz im -aciz bûmeJi acizî min DNA` yên xwe derxistîne Dihejmêrim Yek, dudu, sisê, çar... û hîn jî dihejmêrim hîn jî aciz im Pênç, şeş, heft.... Ji acizî… Baran dibariya Ji acizî Wê jî çilapekên xwe dihejmartin Heşt, neh, deh...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Ronîar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz