Firiştek hat ji ezman
û hêdî hêdî dadiket
çavê min behitî man
pênûs ji destê min ket
gelo ma eve Yezdan
lê ez ne bawerim qet
Roniya wê şev kir roj
wek tava roja havîn
ev bihişteke yan doj
lê hat min çend bîranîn
bîranînên paşeroj
gava çav bûn yek nerîn
Firişt nêzîk min dibû
bi girmijîn û çav li min
keçeke lê digel dû
ji cih derket dilê min
lê gava bi mir civan bû
hey hewar û ax li min
Dilberê hatî ji jor
û li zemîn ez lê digerim
peyvek da bi hed û tor
ez pir ji te hezdikim
hov bûme û dînekî kor
hê bêje ta bimirim
Digel dilbera heval
û şeng û şepala wê
ezê lêdim çend peyal
da bibim delesê wê
ta bimrim yan bibim kal
razim li ser çoga wê
Yar destê xwe li min da
gotî hey lawê reben
min şandî vêde Mezda
da tû dike hinek ken
lê leylanim ey şeyda
xemrevîne lê ne fen
Bawer nakim ev hevok
derketî ji nîva dil
bila kew be yan kevok
ne leylan be dil bi kul
da te bikim xweş çîrok
nehêle dêm bibe şil
Yar bilind bû hin û hin
û pencê xwe li ba kir
kêm bû dengê dilê min
û mistek girî li ser min kir
çav bû kanya hêsrê min
winda bû û hestê min mir
Min bi hêz kir dilê xwe
û çend keser min kişand
û min rahişt pênûsa xwe
ev çîrok min nivîsand
her ku tînim bîra xwe
pêta dil min disojand
Gelo dilbera zemîn
wek vê ji min hez bike
bidêmê hest û evîn
can jî digel hindike
lê bi hêvî me ev civîn
nebe li gundê rondike.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Egîd Tahir şiirlerine dön