Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Edip Cansever

Edip Cansever

2 görüntülenme 0 beğeni
Mirov digihîje her derê Ji tu tiştî dereng namîne lê Kezeba min bibexşîne Kekê Ahmet tu jî bibexşîne Heke stûxwar im Ne ji daxwaza dilê min e Na qet ne ji vê ye Ax Kekê Ahmet delalê min Mirov dişibe warê xwe Dişibe ava xwe, axa xwe Masîyên li ava xwe Kulîlkên ji axa xwe Meyla mijdar a çiya û pesarên xwe Dişibe rasta gewr a Konyayê Rasta sor a Entabê Dişibe ezmanê xwe ku ji hêstirên hêşîn e Dişibe behra xwe ku ji nêrînên pêlpêlî ne Dişibe xanîkan, kuçeyan, serê sikakan Ew qas dişibe ku Û dişibe hewşan (Dil bi xelekeke bîran hatiye guvaştin) Û peyvan (Yanî dişibe dan û standina neynikeke berîkan belkî) Û dişibe pirskirina navnîşanekê, rojekê Dişibe rûdêneke xemgîn di kêlîka pirsa navnîşanekê de Dişibe birrîna cambir, mevredkirina xerat Wisa pêxistina çixareyekê, vekirina gazozekê Dişibe mînîbûsên xwe, xanîkên li kevîya bajêr Kovana xwe, derewên xwe Bîrhatina wî tenêtî ye Birîna wî bîra wî ye Kêra wî hêstirên wî ne ku ber bi ziwabûnê Kenê te nayê na, ken Heke miletek bikene, ken e Em çi qasî dişibin Tirkiyeyê Kekê Ahmet. Te çawa qedeh hildida carê Enîşka te pesartî kursî -Berê min digot, pesartî ezmên- Li ser pakêta çixareya te nivîs, resim Resim: girtîgeh Resim: bêrîkirin Resim: ji demên berê Û birûyeke te hildayî Hezkirina te lezelez Dostanîya te germegerm Vêga ez didim ber bala xwe Ew qedeh mîna dijûnekê ye di destê te de Û çi ye Kekê Ahmet, eva em jê re dibêjin dem Carê em pevre Li îstasyonan digerîyan yeko yeko Hingî bêhna Meletîyê ji îstasyonan dihat Bêhna Nazilliyê Û her ku li ber baranê şil dibû posta Edirneyê Li ber barana hûrik a Stenbolê Wekî ku te ji jineke esmer hez kiribe li te dihat Laşê wê ji patîskaya ûtîkirî Qirikdirêj Birûdirêj Û Kekê Ahmet Wekî ku dûre dûre ji te re firingî û penîr hûr dikir Sifra te radixist Wekî ku destê xwe li avê bixe dida herka dilê te Tu biketayî girtîhegê wê çixare ji te re bianîna Wê ji te re zarok çêkirana Û wê destên wan zarokên ku dinya biedilandana, binexşandana wekî tenteneyekê Ew zarok wê mezin bibin Ew zarok wê mezin bibin Ew zarok… Xwe li nezanînê daneyne Kekê Ahmet Hêvîyê av bide Hêvîsarîyê bihedinîne Gotina min ew e ku Trên wî çaxî dişibiyan tiştine tunebûyî Halbûkî aniha ew qasî bikêrhatî ne ku Hema bêje em bêxeyal dijîn Zarok, jin, mêr Trên heta bi dev tijî Trên wekî trênên ku diçin enîya şêr Karker Rêwîyên Elmanyayê ne Jin Hinek rêwî, hinek bendewarên xerîbîyê Di destê wan de bahol, tûrik Qolonya, şûşekên avê, pakêt Ew ku, hemû Weke dareke dîl li deverên şaş şax dane Ax Kekê Ahmet delalê min Te dît Aniha dişibin şûna bazarên belavbûyî îstasyon Û şûna bazareke belavbûyî ye memleket Xemgînî jî ji dilê min nayê Were jî Ne wisa her car Weke mûzîka cazê tê û diçe xemgînî Ew çend bi lez Ew çend kurt Hema ew qas. Kekê Ahmet delalê min, çima xwîn tê ji desmalekê Ne diran, ne neynûk, çima xwîn tê ji desmalekê Dengê xwînê tê ji desmala min. *Wergêr: Brahîm Ronîzêr *Bi destûra wergêrî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Edip Cansever şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz