Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Edgar Allan Poe

Edgar Allan Poe

3 görüntülenme 0 beğeni
Hilde vê ramûsanê ser eniyê! Ku ji te vediqetim niha Bihêle eşkere bibêjim wiha- Tu ne xelet î ku dibêjî Rojen tev xewnek bûn. Hindî ku hêvî firîbe dûr, Li nava şevekê an li nava rojekê Li nava dîmenekê an li nava hîç tiştekî Ji ber vê kêmtir dibe? Tev tişta ku em dibînin an jî xuya dibe Bes xewneke di nava xewnekê de ye? Ez disekinim di navbeyna gurrîna qerxekî de Ku pêl dibe Û bi destên xwe digirim libên xîza zêrîn- Çi qas kêm in! Çawa dixişin ji nava tiliyên min Ber bi kûrahiyê ve, Li pey digirîm -li pey digirîm! Loo Xwedêyo! Aya ez ê nikaribim wan zeft bikim Bi misteke bêtir şidiyayî? Loo Xwedêyo! Hema yekê rizgar bikim ji pêla zalim? Tev tişta ku em dibînin an jî xuya dibe Bes xewneke di nava xewnekê de ye? *Ji Îngilîzî: Samî Hêzil **Qelareşk û Bîst Helbestên Din, Weşanên Bajar, 2004

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Edgar Allan Poe şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz