Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ece Ayhan

Ece Ayhan

2 görüntülenme 0 beğeni
"Bo Uner Bîrkan" hîç li çînê xwehek min nebû hîç dikaneke min î çîçekan jî îvan Mîlînskî sê şevên Galatayê li kerxaneya Cenevîzê li qonderêyên min î boyaxkirî li zilamtiya min î mezin nihêrî sekinî diranên wê pêkve ruyê jineke zêrkildayî baş e lê ev Tûlezer kî ye yahû? min diye nediye li piya bîrayê vedixwe ez dibêm dîsa sed kesî li qeyîkê tivandiye keçikokê vaye tu dizanî dema ez bîrayê vexwim bacdayîn li zora min diçe embaz hem bo çi dê wê otobêsa Gullu Agop î lewçe pereyê min bikêşe naxwazim biçim malê em ê bazarê bikin li hemamê rakevin biqeşite ji vir ûlan bo min qala dahata mîlî neke here ji wê bajo Mubeccel Mubeccel ez, ez bim û qet ji te fêm nekim ha tu Xwedê paqên xwe ji Galatayê ber bi behrê ve rade rade û nezire qala birayên xweyî ku her duwazdeh jî dîn in bike Mubeccel vebêje bê di dilên kê de nolî Qiz Qûlesiyê bizmarên grevê hene kî xûzî serdavên vala bûne ha diqîre ha diqîre tu bi min nekedire çavên min li çînê ne reviyane baxçeyê çîçekan hîç li çînê xwehek min nebûye hîç dikaneke min î çîçekan çênebûye bi şev dema li Galatayê em dikeniyan paqên me dirêjbûne em êdî hoyî mirinê bûn ya ez ê bibêm ev e îvan Mîlînskî: me bo mirinê kerî kirin şev dema em dikeniyan li Galatayê. 27 Temmûz 57 Ji Tirkî: Rêdûr Dîjle

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ece Ayhan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz