Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdurehman Nursî

Ebdurehman Nursî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey bira îro’j mera lazim ku em xîret bikin Nav xo da çendek miran, pîsan ji nav xo dûr bikin Firset e îro ji bo me lazim e meyûs nebin Lewre ye’s duşmanê xedar e bi hîlê wer nebin Şîrê xîret bend bikin her çar teref baxê gulan Darê ku nîne di nav kund jî di şûna bulbulan Hûn hişar bin ey bira meydane xalî kes niye Hûn nekin sistahî lewra ger şecaet me heye Em mehû bûn em zelîl bûn em perîşan hali bûn Em li xwo nebne xweyî dê daîma d’ vî halî bin Îde ye îro ji bo me ger terîqê em bizanin Lazim e em îttîhad kin muttefîq bin ser zemîn Da wekû d’ vê firsetê da îstîfadek em bikin Milletê xo yan jî millîyetê em hişyar bikin Hûn bikin mêze li xelqê xelq çi awayî dikin Hem ji bo millet ji bo dînê xwo ew xidmet dikin Meznekî j’ bo xwo bizanin em hemî pey ve biçin Şaş nekin da ku riya xwo em di newmê da neçin Hûn dizanin vê hewa newmê da em xafil bibin Piştî nehwêd salê dî paşê dibe hişyar dibin * Govarî Kurdistan 1919-1920 Estenbol, (Amadekar: Ferhad Pîrbal, (cih û sala çapê ne diyar e), r 93.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdurehman Nursî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz