Min ew dîlem le zîndanî tarîka
Hetawî bîr rûnak eka ber çawim;
Be naw hezar hellqey dawî barîka
Qefî zincîr epiçrênê hengawim!
Min ew dîlem le pişt şûray pollawe
Asoy hîway geşim hergîz win nakem;
Le rûy asman be girrî sûr nusrawe
Bend be bendî ayîn namey birwakem!
Min ew dîley amancim qîbley gişte;
Na samdar bê û pirr dirrik bê rêy rastim,
Madam hêzî zorbey gelim le pişte:
Dirrik gulle û tirs arame bo xwastim!
Min ew dîlem ke sirincî bêbakim,
Sill le çawî pirr le qînî zeq naka:
Daneçîrrey gurgî harî ser laşim
Zatî giyanî nelerzîwim leq naka!
Min ew dîlem ke dîlkerî zordarim,
Dillî leber gurrî nallem elerzê;
Ta şirrtir ka kellbey leşî zamarim,
Xoy xiraptir le naw xwêna egewzê!
Min serbazî amancêkim: pîroze,
Fîdakarî rêgayekim: bêgerde,
Rencêk edem rencî kesî dillsoze,
Le rêyeka bêbak emirim: rêy merde!...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdulla Goran şiirlerine dön