Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdilsemed Mehmûd

Ebdilsemed Mehmûd

2 görüntülenme 0 beğeni
Evîna te dibistane ew çavên te gulistane min divê şagirtê jîr bim ez dixwînim gulistana. şêrîna min rok ji rûyê te bi şerme sor ji dêmên te ye afîtab bi kovane berfa sipî çi xezane melûl dil bi kul tê xwar ji ezmana sipîbûna wê ji aniya te ye gotin ferhenge. şêrîna min nazik çelenge bi şox û şenge ebrû xwar in nerîn cenge xwîn şêrîna min seroka ciwana di dil de ye evîna te di dilê dil de evîna evînê ger ji min tu hezdikî hez axa welatê min bike ger tu bêrya min dikî bêrya tekoşînê bike ger tu nama ji min re rêke pesnê xwerista kurdistan bide ger tû min di bîra xwe de bîne Zêwa û Helbçe ji bîr neke ger bi min tu ser bilindî kurdim ji kurdistanim şagirtê Bêkes û Cigerxwînim serokên helbestvanan. şêrîna min kengî kurd serfîraz bibî ne bi xwezî û ne bi lava tê bi be bûk ezim zava.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdilsemed Mehmûd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz