Gundekî kavil…
Goristanek jibîrkirî…
Heyvek ji şermê.. roniyê dide…
Buhareke tazî, xav û zuha...
Li ber dîwarekî ketî…
Li ser palgeha bîranînan…
Kal û pîreke..
xew dikirin..
ji westandinê..
ev xweş diyar bû.
Ax..ax..
ji çi westiyane..
li hêviya kêne..?
Gelo.. li hêviya..
refên firîndeyên koçberkirî..
ji serma zivistanêne..?
Yan.. li hêviya kezeba xwe ne?
Yan..... !?
Refên firîndeyan..
ketin torîna qederê, têk çûn…
Kezeba wan..
di qontara çiyan de.. binax bû.
Ax, ax li hêviya çine?
Hino..hino nêzîk bûm,
çav bi hêstir,
qanûn di dev de xilyayî..
şara reş li ber serî,
kiras û xeftanekî qetiyayî…
Ax..ax li hêviya kêne?
Min xwest ez wan şiyar bikim..
û ji wan bipirsim…
Hûn li hêvya çine?
Cankêşiya mirinê dikirin…
Xweda li hêviya wan bû....
-----------
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdilselam Xoce şiirlerine dön