Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdilrihman Apo

Ebdilrihman Apo

2 görüntülenme 0 beğeni
Hêdî hêdî dilê mino zûneke Birînên sor li laşê min kûrneke Qijokên çolê, kundên newala Qeşmerên holê,mirdarên mala Rê ti carî ji wana re veneke Ji dûr de dilê mino avsîn neke Bi nerîna reş li dozê seyrneke Riya vegerê û hêviyan qitneke Ji pîsan vir û vûtan bawerneke Hêdî hêdî dilê mino zûneke.. Bîrokên sêwî ti car bi cih neke Kurmê ezeziya reş tîmarneke Gulên dozê avê ji ser qitneke Hêdî dilo pîsan li me şaneke Neyar hare, li qeşmeran seneke Guhnede qertelan dozê sêwîneke Qirikên reş, rovî û gurên çolê Rê li karwanê dîsa girêdane çibkim rûdarê me ne ti şivane Xweş zanibe ger şêr têkevin xewê roviyê bi ro Wê derkevin awê hêdî hogirê mino xîre neke narvîna min û te bawerke yeke dîlanê şênke ti car belaneke al li ber bê bi hemî regan yeke doz pîroze heyrano perçe neke xûnê şehîdan ti car erzan neke şepalên dilsoz bi kînan hûrneke vînan di sîtavên çavan de kûrneke kînan di sepeta sîng de şiyarneke yekbûn dermane, ewa xelaseke bawerke doza min û teva yeke… 462010

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdilrihman Apo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz