Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebbas Ismaîl

Ebbas Ismaîl

2 görüntülenme 0 beğeni
"Ez vê sitiranê diyarî helbestvanê heja Ferhadê Içmo dikim, ez jê re dibêjim çira te". Halan evîna berya rojava* ji min re rêke hûr hûr silava bi maçên lêva bi awirên çava jibîr neke min nehêle ber tava li min bipirse her çax û gava Halan dixwazim herdem bibînim xeman derînim ji dil û hinava were nêzî min bi qedrê dê û bava were ez bibînim çavên razayî mîr û seroka bejin zirava Were ez bibînim wê xemla nûdem weke bûka nû here cem zava li xwe bibarîn bîn û gulava bi mil de berde sivik sûlava li bejnê bade kemera zîvî rengîn qelemke ebrû û dava biskan azake bila xwe berdin ser dêmên şêrîn nav herdû sêva Halan delalê çi pesnî bêjim Xeca Siyamend sêwya perava şêrîna Ferhad Zelîxa Usiv yan Zîna kuştya gelac û hova çiqas bibêjim û ez bixwînim têra min nake ferhenga nava Halan hevalê jiyan te avda ez ciwan kirim mal ate ava pîrî reviya pişta xwe min helez vegerî geş bû ji nûva Halan hevala berya rojava were nêzî min herdem û gava. *Berya rojava: Beriya mirinê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebbas Ismaîl şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz