Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dr. Barî

Dr. Barî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez dibûm bilbil li xerîbiyê Li ber gula ne ji Tirbespiyê Kiye ew torîna ketî riyê? Ew omîda dilê min bû ew. * * * Ketim war û halê evîndara Xweska derneketa qet yekcara çi gulbuhar bû ya li nav dara? Ew gul-vîna dilê min bû ew. * * * Tenê li vî warî heye jiyan Neye xudê û ne jî ya Quran Kî hebû li warê xudyê dilan? Ew gulperiyeke min bû ew. * * * Li vî warî ez bi kêf û dil bûm Li vî warî ez bi tirs û dil bûm Ji bo çi bi kêf û tirs û dil bûm? Ew bo tirsa min bû ew. * * * Tirs bi ser kêf û ya dilê min ket Biryar ne ji dilê min ew derket Ya kê bû gelo biryara derket? Ya xatûna biryaran bû ew. * * * Gulê pir caran gotî ez bidil Lê çima bo min geş nebû ew dil?!!! çi kir wê, çi kir demê, çi kir dil? Sûc tev jîna dilê min bû ew.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dr. Barî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz