Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilşa Yûsif

Dilşa Yûsif

2 görüntülenme 0 beğeni
Min temaşa kir li çavên te dema min dixwendin û xwe nîsan girtibûn li rastiyên razayî di kûraniya çavên min de ew hemû sîper û çeperên avakirî nebûn rêgir ku nehêlin siwarên daxwaziyên te têperin ew hestên minî razayî mîna marekî di çillê zistanê de te bi tîjkên roja xwe ya buharî ku her dem nûdibe geskir û serî li wan hilda ev êrîsa te ez rizgarkirim ji ew sitranên lorîkan ku min pê hestên xwe di razandin Ji bo demek ne diyar dil kete lerzê û careke din bi awayekî ne asan hilavêt ************** Ez dizanim! tu ne wek wane tu zilamekî ne asane te bi çizirandin derbas nekir çeperên min sûrê te tazî bû û wekî qehremanekî te li dergahê dilê min da û vexwendim ji pêkdadanê re * * * Te diyarên xwe berda û dolên kûr derbaskir meydanên dirêj qetand û tu li kas û berqefan. rasthat ta tu gihast benderên min û va tu dixwaze û bê du dilî äengela kestiya xwe bavêje kûraniya derya hestên min * * * Dema te ez vexendim ji niskêve ne bû sûrê min tazî bû li ser xwe bûm amade bûm min xwe neda pas ji pêkdadanê min meydan xwend li himber te dema şûr li hevketin çingîn anîn û burusîn wê demê…! Zengilên hevgihînê jî lêdidan û mujda hevgihîna heta û heta didan * * * Bi cengê tu bi hêz dibe û mezin dibe û ez jî li gel te eger tu bi ser nehatiba ...!? Te çeperên min ne didîtin eger tu ji koska xwe daneketiba…..!? Te Dergahên minî nizm… ne didîtin eger te sûrê xwe bavêta ber min û bihata ser çongan…!? Te hêza min nedidît eger tu bi hevaltî Nehatiba…!? Te ez nedidîtim û her nedidîtim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilşa Yûsif şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz