Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilê Gel

Dilê Gel

2 görüntülenme 0 beğeni
( pencara xwe vekir. Dem jî buhare - li min nerî û mizicî. Ez jî li bin Darê lê dinêrim, ji wê werê ez zarome. Min keserek gelekî kûr kişand. Keç keniya …. ewê got û min jî avêt ber ) Ew: Here male tu zaroyî Bi lezke her bi xweş halî Enîna min gelkî noyî Ji ber dare xwe bid alî Ez: Li wê paya xir û xalî Dibê heyvim dibê rokim Emir çûyî bi nav sala Evîndarim ne zarokim Ew: Tu biçûk bî tu mezin bî Her û her tu mamosteyê Tu zêr û zîv û hesin bî Kêfa min qet ji ter nayê Ez: Ezim teyrê hurrî Bazim Li nav baxa li ser dara Ji dildarar evîn xwazim Li ser wan lat û zinara Ew: bi qorzîka zimanê xwe Lawko rabe here bimeş Min neyne ser zimanê xwe Li te rojê bikim şevreş Ez: keça kurdî tu guhdarkî Nizanî ka çqa merdim Gelo ma tû min nasnakî Hunermendê keça kurdim Ew: Bi çend peyva bi çend tîpa Tu carî ez ji rê narim Mede dû min b'tep û rîpa Gula baxa gulî zerim Ez: Ji xwer porê reş û tarî Ewan reş gulyê ziravik Te dane ber kil û arî Ewan çavên xil û xavik Ew: Ezim dara sipîndara Kulîlka çayê cûdîme Li deşt û ça û bajara Hema an ate nû dime Ez: çiqas bêje pesn darbe Her û her tû keçek Kurde Ji xwena xwe bi lez rabe Evîna te kul û derde Ew: Ezim xifşa xezla mi Kulîlka destê hozana Rîhane bejin û bala mi Ji didara re dermana Ez: Tu kiye ez te nasnakim Te naxim van desta Li ser te rista çênakim Te naxim nav helbesta Ew: Tenê ristbim bi zarê wî Kulîlk û neqiş nefelbim Gila nav bax û dare wî Ezê rista dilê gelbim ( min naskir ku ewê qesta min kir, îca min got ) Ez: Keça kurdî çiqa bêjim Pesin dare jina Kurdbim Boyî bejn û xeyala te Evîna te ezêb serdim Ew: Tu taca min, hebûna min Sirûda min, nebûna min Dil û can û xwîn û hestî Tu awazî, tu helbestî Ez: Kelha vînê emê lêkin Were yare bi hevdûre Emê peymanekê çêkin Ku em man sax ji hevdûre EW û Ez bi hevre: Sûnda evîndara Bi yezdanê Dilovankin Emê vîna xwe parêzin Ku fermana me jî rakin Emê vîna xwe parêzin Bi yek derb û bi gulakkin Emê vîna xwe parêzin Di nava dojeh û arkin Emê vîna xwe parêzin Me bi mêvanê miryankin Emê vîna xwe parêzin Bibe sûnda evîn dara Emê vîna xwe parêzin. Diya Ciwan - Kurê Min Rabe ser xwe kurê min ronahiya çavê min semyano pêmayê min perçek j` nava dilê min. Rab` û banke xweha xwe bişon dest û ruwê xwe taze şehkin serê xwe maçkin dê û bavê xwe. Werin rûnin bi tevdîr bixwin vexwin nan û şîr yan hinek hêk û penîr yan jî ji vê dimsa tîr. Da bilind be bejna we ronî were çavê we da xurt bibe laşê we baş vebe zanîna we. Cilê xwendinê l` xwe kin pirtûka di tûrê xwe kin desta di destê hev kin armancê l` pêşya xwe kin. Sûnda min bi serê we ava nake warê we şahyê nayne dilê we ji bilî zanîna we.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilê Gel şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz